Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Fermana Serokwezê Îsraîl li derheq berpirsên Hemasê li her kîderê bin

11:35 - 23 Çirriya paşîn 2023

Serokwezîrê Îsraîlê “Binyamîn Netenyaho” ferman daye “Mûsad”ê ku berpirsên Hemasê li her kîderê bin, bikevne bi dude.

Serokwezîrê Îsraîl “Binyamîn Netenyaho” roja Pêncşemî 2ê Sermawezê, li civîneke rojnamevanî de ragihand: “Min ferman daye Mûsadê ku li derveyî Xezê jî bikevne pey berpirsên Hemasê û ew berpirsane li hercihekê de bin bikin bi armanca operasiyonan, her çi qas ku dana vê biryarê dijwar bû lê biryareke serast e”.

Pêka vê biryara Serokwezîrî Îsraîlê, berpirsên Hemasê li her ciheke cîhanê, dê rastî operasiyonên Mûsadê bên.

Heta niha Mûsadê daye xûya ku şiyana encamdana her cure operasiyonekê li cihên cuda yên cîhanê de heye û heta karîn hemû zanyariyên bernameya navkiya rejîma Îranê, bi hêsanî ji Îranê bo Îsraîlê veguhaszin.

Wê pêkê berpirsên Hemasê ku li hotelên lakçêrî li Qeter û Lubnanê de dijîn û jiyaneke xweş a gelek cuda ji xelkê felestînê hene, renge bibin armanca operasiyonên Mûsadê.