Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Agirbesta li navbera Îsraîl û Hemasê heta Roja Înê hate paşxistin

11:36 - 23 Çirriya paşîn 2023

Îsraîlê ragihandiye ku heta Roja Înê, Hemas ti giroganekê azad nake, lewma ew agirbeste heta roja Înê bi hate paşxistin.

Şêwreya Ewlehiya Netewî ya Îsraîlê, çend demjimêran berî roja diyarîkirî bo vegeherîna binçavkiriyên Felestînî û giroganên li destê Hemasê, ragihand ku ti giroganek ji aliyê Hemasê ve heta roja Înê nayê azadkirin, lewma wan jî agirbesta demkurt a çend roje, heta roja Înê paşxist.

Pêka biryarên her du aliyên şer, agirbest li roja Pêşncşemî 2ê Sermawezê hatibû diyarîkirin lê niha ew agirbeste heta Roja Înê bi rê ve naçe.

Li vê derheqê de Serokê Şêwreya Ewlehiya Netewî ya Îsraîlê “Tizaxî  Hangbî” bi belavkirina daxuyaniyekê da zanîn: “Danûstandin bo azadkirina giroganan berdewam e, pêvajoya azadkirina êxsîrên destê Hemasê de li ser binyata lihevkirina destpêkî bi rê ve diçe lê pêş Roja Înê nayê kirin”.

Pêka lihevkirina Îsraîl û Hemasê, 50 barimte anku girogan li heyama 4 rojên agirbestê de dê bêne azadkirin û li hember azadkirina heçî giroganekê de li destê Hemasê, Îsraîl dê 3 binçavkiriyên Felestînî azadbike.

Milîsên Hemasê derdora 240 kes bi barimte girtibûn ku 4 kes ji wan berî vê lihevkirinê hatibûne azadkirin û serbazekî Îsraîlî jî ji aliyê hêzên berevaniya Îsraîlê ve hatibû rizgarkirin.