Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Rejîmê hêzek zêde li bajarê Zahidanê cêhgir kiriye

11:41 - 23 Çirriya paşîn 2023

Hal Weşê” ragehandiye ku rejîma Îranê li roja yekê Sermawezê, hêzek zêde li bajarê Zahidanê cêhgir kiriye.

Pêka wan girte vîdyoyên ku hatinî belavkirin, rejîm tevî cêhgirkirina maşînên zirêpoş li xala vekolîna Zahidan-Kirmanê de hêzek zêde ji kinc şexsiyan li cihên din de cêhgir kirine.

Heftiya derbasbûyî jî, li roja Pêncşemî 25ê Xezelwerê Fermandeyê Întizamî yê Zahidanê behsa cêhgirkirina maşînên zirêpoş di vê parêzgehê bi mebesta dabînkirina ewlehî û riftara cidî digel dijberên ewlehiyê de kirbû.

Armanca rejîmê ji wî karî, amadekarî bo pêşîgirtin li her cure nerizatiyekê li roja Înê de ye, û hemû heftiyekê derdorên mizgefta Mekî a Zahidanê ji aliyê rejîmê ve tê mîlîtarîze kirin.

Di heyama yek sala derbasbûyî de û piştî teqeya hêzên serkutker yên rejîmê li roja 8ê Rezbera 1401 a Rojî, ku bû sedema canjidestdan û birîndarbûna sedan kes ji nimêjkeran, xelkê bajarê Zahidanê hemû rojên Înê li ser şeqaman nerizatiya xwe didne xûya û ev xwenîşandan bi Xwenîşandana Îna bi xiwîn hatiye naskirin.