Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Rûsiyê careke din pişt bi rejîma Îranê kir

11:49 - 23 Çirriya paşîn 2023

Rûsiyê ku girêbesteke 120 milyard Dolarî digel Îranê de li beşa pîşeya Neftê de wajo kiribû, girêbesta xwe hilweşand û sermayeya xwe bo Îraqê veguhast.

Rûsiyê girêbesteke 120 milyad Dolarî digel Îranê li warê pîşeya Neftê de wajo kiribû, lê Îraqê pêşniyara heqdesta zêdetir daye Rûsiyê û Rûsiyê tevî ku girêbesta xwe digel pîşeya Nefta Îranê betal kir, hemû darayiya xwe bo Îraqê veguhastine.

Herwisa Îraqê pêşniyara heqdesta zêdetir daye pisporên pîşeya Nefta Îranê ku digel wan kar bikin û heqdesteke çend qat zêdetir ji heqdesta Îranê bidne wan.

Pêka gotina rojnameya “Hem’mîhen” a ser bi rejîma Îranê, pisporên pîşeya Neft û gaza Îranê rû bi Îraqê dikin û pişeya Nefta Îranê bi micidî rastî jidestdana hêza mirovî dibe.

Herwisa vê rojnameya rejîmê daye zanîn ku Îraq bi piranî li ser kangehên hevpar ên Neftê digel Îranê dixebitin û bi hilêncana gelek zêdetir, Neft û Gaza gelek zêdetir dertînin ku ev yeka jî dibe sedem ku givaş ji aliyê Îranê li wan kangehên derêxistina Nefta hevpar de bi zêde dakeve ku qasa hilêncanê ji aliyê Îranê gelek kêmtir dike.

Di halekê de ku Îranê li jêr givaşa dorpêçên Amerîkayê de ye û mijûlê piştevanîkirin ji Hemas û girûpên din ên girêdayî bi xwe ye, xwediyên darayî û sermayeyan û herwisa pisporên Nefta Îranê, ji Îranê vedikişin.