Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Amereîka û Yekîtiya Ewropa daxwaza sekinandina bernameya meyandina %60 a Uraniyoma Îranê kirin.

15:40 - 23 Çirriya paşîn 2023

Nûnerên Amerîka û Yekîtiya Ewropayê li civîna Şêwraya Hukam a Ajansa Navnetewî ya Wizeya Navkî daxwaz kirine ku tevahiya bernameyayên meyandina %60 a Uraniyomê bêne sekinandin.

Amerîka û Yekîtiya Ewropayê li berteka rapora nû ya serokê Ajansa Navnetewî ya Wizeya Navkî “Rafael Grossi”, bi rêya nûnerên xwe li civîna Şêwraya Hukkam a Ajansa Navnetewî ya Wizeya Navkî de daxwaza sekinandina tevav a bernameya meyandin a %60 a Uraniyomê, li Îranê de kiriye.

Nûnerê Amerîka li vê şêwreyê de tevî îşarekirin bi rapora ajansê gotiye: “Her wek rapora ajansê dide xuya, Îran bi berfirehtirkirina bernameya navkiya xwe wek danîna alavên santrîfiyûjên pêşkevtîtir û paşkevtkirina Uraniyoma zêde-meyandî ku ti armanceke aşitîxwazane nîne, didomîne”.

Rejîêma Îranê Uraniyoma meyandî bo berhemanîna 3 bombên navkî li ber dest de hene û li hegera meyandina vê Uraniyomê bi tîratiya %90 dikare wan bomban berhem bîne.