Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Meclîsa Nûneran a Amerîka terha tundtirkirina dorpêçan bo ser nefta Îranê, pesend kir

11:31 - 4 Çirriya paşîn 2023

Terha li jêr navê “Sekinandina penadan bi nefta Îranê” li meclîsa Nûneran a Amerîka” bo zêdetirkirina dorpçan li ser nefta Îranê bi piraniya dengan hate pesendkirin.

Roja Înê 12ê Xezelwera 1402 a rojî, meclîsa Nûneran a Amerîka terha li jêr navê “Sekinandina penadan bi nefta Îranê” bi armanca dijwartirkirina dorpêçan bo ser nefta Îranê  bi 342 dengên “Erê” li hember 69 dengên “Ne” de pesend kir.

Terha “Sekinandina penadan bi nefta Îranê” dorpêçên bo ser nefta Îranê li dijî qiraxav û palavtingehên derve ku nefta şandî ji Îranê berewajiyê dorpêçên Amerîka biparzinin, datîne.

“Mike Lawler” ê Kongirêsmenê Komarîxwaz û “Jared Moskowitz” ê Kongirêsmenê Demokrat ên meclîsa Nûneran a Amerîkayê bi belavkirina daxuyaniyeke hevpar ragihandin ku ew terhe peyameke rohn û bi hêze bo welatên wek Çîn, Rûsiye û welatên din ku alikariyê nedne rejîma Îranê bo dorlêdana dorpêçan û dabînkirina malî ya terorîsmê, neku, dê rastî cezakirinê bibin”,

 Ev terhe bo ewê ku bibe yasaya, hewce ye ku li meclîsa Senayê de bê pesendkirin û Serkomarê Amerîka jî wajo bike, Ew terhe li meclîsa Senayê de ji aliyê senatorên komarîxwaz “Marco Rubio û John Kennedy” û senatorên demokrat “Maggie Hassan û Jacky Rosen” tê piştevanîkirin.

Pêka amarên dawî li meha September a îsal de, rejîma Îranê zêdetir ji milyonek û nîv bermîl neft firotiye.