Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Herzi Halevi: “agirbesta demkî bi wateya dawîhatina şer digel Hemasê nîne”

15:41 - 23 Çirriya paşîn 2023

Fermandeyê Giştî yê Stada Fermandehiya Artêşa Îsraîlê ragihand ku sekinîna şer li vê agirbesta demkî de bi wateya dawîhatin bi şerê digel Hemasê nîne.
Roja Pêncşemî 2ê Sermawezsê, Fermandeyê Giştî yê Stada Fermandehiya Artêşa Îsraîlê “Herzi Halevi”, ragihand ku sekinîna şer li vê agirbesta demkî ya 4 roje de bi wateya dawîhatin bi şerê digel Hemasê nîne û piştî vê agirbesta demkî, şer dê berdewam be.
Li halekê de ku mijara sekinandina demkî ya şerê Îsraîl û Hemasê li Roja Înê 3ê Sermawezê li ser ragihandinên cîhanê belav dibin, li sînorên bakûrê Îsraîlê û Başûrê Lubnanê de şer û pevçên li navbera Artêşa Îsraîlê û milîsên Hizbullah a Lubnanê berdewam e.
Pêka nûçeyên belav bûyî, renge agirbesta demkî ya heyama 4 rojan li navbera Îsraîl û Hemasê de ji Roja Înê ve dest pê bike û veguherîna bi 50 barimtegirtiyên li destê hemasê digel 150 binçavkiriyên Felestînî yên li girtîgehên Îsraîlê de bêne encamdan.
Pêka lihevkirina her du aliyên şer li heyama wan 4 rojên agirbestê de li hember azadkirina yek bi barimtegirtiyên destê Hemasê, Îsraîl dê 3 binçavkiriyên Felestînî azad bike.