Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Polîsê berê yê Kanadayê li dana zanyarî bo torên sipîkirina pere bo rejîma Îranê bi tawanbar hate naskirin

09:00 - 25 Çirriya paşîn 2023

Polîsê payebilindê berê yê Kanadayê bi sedema dana zanyariyan bi torên sipîkirina pere bi taybet bi çend kesên li jêr çavdiriyê de li kanadayê, bo rejîma Îranê bi tawanbar hate naskirin.

Roja Înê 3ê Sermawezê, Endamê payebilind ê polîsê Siwarenizama şahî ya Kanadayê “Cameron Ortis” bi sedema dana zanyariyê ewlehî bi kesên li jêr çavdêriyê ên wek “Selîm Hinare, Mihemed Eşref û Ferzam Mehdîzade”, ku li pêwendî digel sipîkirina pere bo rejîma Îslamiya Îranê bi tawanbar hatine naskirinê, hatiye cezakirin û renge bi 20 sal girtîgehê, bê cezadan.

Kanada yek ji wan welatane ye ku rejîma Îranê kariye bi rêye hinek kesan, zêdetirîn qasa pere, sipî bike û bo armancên xwe yên şûm, bo geşedan bi terorîzma navnetewî û dabînbkirina xercê milîsan û girûpên terorîstî, bi taybet li Rojhilata Navîn de bikare bîne.