Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Îsraîl û Hemase, beşek ji binçavkiriyan azadkirin û şerê Îsraîl û Hizbullah a Lubnanê berdewam e

11:43 - 25 Çirriya paşîn 2023

Roja Înê Artîşa Îsraîlê 39 binçavkiriyên Felestînî digel 13 barimteyên Îsraîlî yên li destê Hemasê de veguherîn ku li jêr çavdêriya “Xaça Sor” de hate encamdan, hevdem şerê Îsraîl û Hizbullah a Lubnanê jî bedewam bû.

Roja Înê 3ê Sermawezê, li jêr çavdêriya Xaça Sor a navnetewî de Artêşa Îsraîlê 39 binçavkiriyên Felestînî ku li girtîgehên Îsraîlê de bûn digel 24 barimteyên li destê Hemasê ku 13 ji wan Îsraîlî bûne veguherîne, herwisa pêka  birara Îsraîl û Hemasê roja Şemiyê jî hejmarekî din ji girtiyê hertduk aliyan dê bêne veguherîn.

Li halekê de ku li xezê şer sekiniye, hevdem li sînorên li navbera bakûrê Îsraîl û başûrê Lubnanê de şer li navbera Artîşa Îsraîl û milîsên Hizbullah a Lubnanê berdewam e û Artêşa Îsraîlê li çendîn bajarên wek “Ramellah, El-Xelîl û El-Bîre”yê li başûrê Lubnanê de milîsên Hizbullahê kiriye armanc.

herwisa Artîşa Îsraîlê ragihandiye ku sîstema bervaniya Îsraîlê jî mûşkek ku bo armanca lêdana dironeke Îsraîlê hatibû avêtin, teqandiye.

Piştî agirbestqa li Xezê, 137 kamiyonên alîkariyên mirovî û 129 hezar lîtir şewat, ji aliyê Saziya Netewên Yekgirtî ve gihîştine Xezê û li cihên pêweîst de hatine dabeşkirin.