Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Li Dêhgulanê jî Şehîd hatne bi bîranîn

12:18 - 25 Çirriya paşîn 2023

Di yekem salvegera Şehîdan Muhsin Niyazî û Şadiman Ehmedî, şehîdên şoreşa Jin, Jiyan, Azadî de, li bajarê Dêhgulanê jî peyman digel xwîna şehîdan hate nûkirin.

Xortên azadîxwaze Dêhgulanê û malbatên şehîdan ji boy bîranîna şehîdan û nû kirina peymana ligel xwîna wan şehîdan û emegdariya bi rêbaza wan şehîdan, bi deste gullên Sor û Zer, li ser mezarê şehîdan Muhsin Niyazî û Şadiman Ehmedî amade bûn.

Di şoreşa bi dijî dîktatoriyê de li bajarê Dêhgulanê çendîn xortên şoreşvan bi derba gulleyên hêzên dîktatoriyê tevlî karvanê şehîdan bûn.