Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Kumîta Mafê Mirov a Saziya Netewên Yekgirtî daxwaz ji Îranê kir ku “geşta irşad” hilveşîne

11:59 - 4 Çirriya paşîn 2023

Bi sedema reftara hovaneya hêzên “geşta irşad” a rejîma Îranê digel xelkê bi taybet jin û keçan, Kumîta Mafê Mirov a Saziya Netewên Yekgirtî daxwaz ji rejîma Îranê kir ku “geşta irşad” hilveşîne.

Kumîta Mafê Mirov a Saziya Netewên Yekgirtî roja Înê 12ê Xezelwera 1402 a Rojî, piştî lêkolîn li ser raporên binpêkirina mafê mirov li Îranê, tewî daxwazkirin ji rejîma Îranê bo hilveşandina “geşta irşad” rû bi rejîma Îranê ragihand: “Divê Tehran yasayekê pesend bike ku jin û keçan li hember her cure tundûtîjiyekê de biparêze”.

Qurbaniyên tunûtîjiyên hêzên hov ên geşta îrşad pitir keçên ciwan an kêm temen ên wek şehîd “Jîna Emînî, Armîta Girawend” û bi 100an keçên din in ku beşek ji wan tewî tundûtijî û kuştinê, rastî reftarên hovane ên dûr ji mirovahiyê hatine.

Herwisa vê kumîtê ragihandiye: “Divê Îran, yasa û siyasetên ku birêvenebirina hicaba bi zorê wek tawan dibîne, hilveşîne an biguhere û geşta isrşad hilveşîne”.

Heta niha nûnerê rejîma Îranê li Saziya Netewên Yekgirtî de ti bersivek nedaye daxwaziya Kumîta Mafê Mirov a Saziya Netewên Yekgirtî.

Rêberê rejîma Îranê piştewanî li hemû tundûtîjiyên geşata irşad li hember jinan û keçan dike.