Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Taylendê daxwaz ji Hemasê kir ku 20 barimteyên Taylendî ên din jî azad bike

12:23 - 25 Çirriya paşîn 2023

Tevî Ku Hemasê roja Înê 10 baromteyên xelkê Taylendê ku ji aliyê Hemasê ve bi barimte hatibûne girtinê, azad kirine lê hêj 20 Taylendiyên din le destê Hemasê de mane û Taylendê daxwza azadkirina wan jî kiriye.

Serokwezîrê Taylendê “Srettha Thavisin” daxwaz ji Hemasê kiriye ku bi lezgînî 20 barimteyên xelkê Taylendê ku li destê Hemasê de ne, azad bike, roja Înê jî Hemasê 10 barimteyên Taylendî azad kiribûn lê hêj 20 Taylendî li destê Hemasê de mane.

Pêka amarên Artîşa Îsraîlê nêzî 215 barimte li destê hemasê de mane.

‌Roja înê, Hemasê 24 barimte azadkiribûn ku bi tenê 3 ji wan zarok bûne û nêzî 50 zarokan li destê Hemasê de mane.