Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Li 2emîn roja Agirbestê de azadkirina bi barimtegirtiyan li hember binçavkiriyan berdewam dibe

17:07 - 25 Çirriya paşîn 2023

Pêka biryara Artêşa Îsraîl û milîsên hov ên Hemasê, Îsraîl dê 42 Felestîniyên ji girtîgehên xwe de azad bike û li hember de Hemas dê 14 bi barimtegirtiyên Îsraîlî azad bike.
Pêka dawî raporên belavbûyî, Roja Şemî 4ê Sermawezê, li ser lihevkirina Artêşa Îsraîl û milîsên Hemasê, Îsraîl dê 42 Felestîniyên li girtîgehên xwe de bi rêya Xaça Sor azad bike û li hember de Hemas dê 14 bi barimtegirtiyên Îsraîlî ku bi awayekî hovane li festîvala aşitiyê de li nêzê Xezê bi baroimte girtibûn, bi rêya Xaça Sor, azad bike.
Roja Înê jî Hemasê “13 Îsraîlî, 10 Taylendî û kesekî Fîlîpînî” yên bi barimte girtî azad kirin ku bi tenê 3 zarok li nav wan de hatine dîtin, li hember de Îsraîlê 39 binçavkiriyên Felestînî, azad kirin.
Hêjayê gotinê ye ku ew veguherîna li jêr çavdêrî û bi rêya Xaça Sor ve têne kirin.