Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Peyama Berpirsê Navenda Birêveberiya Hizba Demokrat, bi hilkevta roja cîhanî a rûbirûbûna li hember tundûtîjiya li ser Jinan

18:22 - 25 Çirriya paşîn 2023

Kak Mistefa hicrî, Berpirsê Navenda Birêveberiya Hizba Demokrat a Kurdistana Îranê, bi hilkevta 25 Novambrê, roja cîhanî a rûbirûbûna li hember tundûtîjiya li ser Jinan, peyamek belav kir.

Deqa peyamê wihaye:

25ê Novambrê, weke roja hevxebatî û yekrêziya Jin û Mêrên azadîxwaz bi dijî heçî cure tundûtîjiyekê li ser Jinan hatiye diyarîkirin. Ev minasibeta cîhanî bo netewa Kurd û civatgeha Kurdî, ji bilî warê miroviya wê, bîranîna pêvajoyekî berbelave sitem û zordariyekî hemî aliyane ye bi dijî Jinên welatê me, ku carekê bi sedema Kurdbûnê, û carekî din jî bi sedema Jin bûnê, hertim rastî tundûtîjiyê bûne.

Şoreşa Jîna ku bi pêşengayetiya Jinên welatê me û bi diruşma “Jin, Jiyan, Azadî” dest pêkir, rûyekî zelaltir ji pêvajoya sitem û zordariya li ser jinan îsbat kir. Daxwaza Jin û Mêrên azadîxwaze Kurdistanê û civatgehên dinê ye îranê bona rizgarbûna wan ji sitem û bindestiyê, parek ji giringiya diruşma “Jin, Jiyan, Azadî” tête hesibandin, anku tekesî û mukumî li ser armanca wekheviyê, azadî û kerameta mirovî tête kirin.

Tevî bilindragirtina vê roja cîhanî, ez hivîdarim hişmendî û rolê civatgeha Rojhilatê Kurdistanê ji boy nehêlana heçî cure sitem û tundûtîjiyekê bi taybetî li ser Jinan, pêşkevtina zêdetir bi xwe ve bibîne.

Bi hivya azadî û civatgehekî bextewer û wekhev bo hemî Jinêt welatê me.

 

Navenda Birêveberiya Hizba Demokrat a Kurdistana Îranê

Mistefa Hicrî

25ê Çirriya paşîn a 2023an