Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Bi sedema êrîşa rejîmê çendîn Belûç hatne kuştin

11:09 - 26 Çirriya paşîn 2023

Rejîma Îranê bi awayê hovane êrîş kiriye ser xelkê bajarê “Kirgan”ê, çendîn kesên medenî kuştin.

Pêka raporên belavbûyî, roja Şemî 4ê Sermawezê, hêzên hov û serkutker ên rejîma Îranê li bajarê “Kirgan”ê li başûrê rojhilatê parêzgeha Hormozganê de êrîş kirine ser xelkê Belûç û tevî bêrîzîkirin bi jin û keçên wî bajarî, êrîşkirine ser mizgevta wî bajarî û çendîn kes kuştine û çendîn kesên din jî birîndar kirine.

Hêzên hov ên rejîma Îranê li vê êrîûşê de çone nav Mizgevtê û nimêjkerên li vê mizgevtê de bi awayekî hovane kutane û tevî birîndarkirina pêşnimêjê vê mizgevtê yê bi navê “Ebûbekir Melahî”, 7 kesên din jî bi gulleyên şer birîndar kirine.

Pêka raporên belavbûyî çendîn kes jî hatine kuştin ku 2 kes ji wan xelkê Efxanistanê ne.

Herwisa hêzên rejîma Îranê motorsîklêt û maşînên xelkê bajar li wan standine û kesên ku penaha xwe bo mizgevta bajar birine, rastî gullereşandina hêzên hov ên rejîmê hatine.

Hêzên rejîma Îranê bajarê Kirganê bi tevahî milîtarîze kiriye û xalên vekolînê li nav şeqamên wî bajarî de danîne û agir berdane mal û darayîya beşek ji xelkê wî bajarî û zêdetir ji 9  Belemên biçûk ên xelkê şewitandine.

Xelkê Belûç bi destê vala bersiva hovitiyên rejîmê dane û 3 kes ji hêzên îtilaata rejîmê bi dijwarî kutane ku li nexweşxaneya Kirganê de hatine razandin.