Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Birîndarbûna 2 kolberên xelkê bajarê Bokanê bi teqeya hêzên rejîmê li ser sinûrê Banê

11:11 - 26 Çirriya paşîn 2023

Şeva Pêncşemî 2ê Sermawezê, kolberekî Kurd yê bi navê Îsmaîl Nasirî, xelkê Bokanê bi teqeya hêzên çekdare rejîmê li ser sînorê Hengejale a Banê birîndar bû.

Di vê bûyerê de dest û lingê wî kolberî birîndar bûne û bi mebesta wergirtina tedaviyên pizîşkî bo navendên dermanî hatiye veguhastin.

Herwisa şeva Çarşemî, yekê Sermawezê kolberekî din ê xelkê Bokanê bi navê Mîlad Mihemedî Rad, temen 23 salî bi teqeya hêzên çekdare rejîmê li ser sînorê Hengejale a Bane bi dijwarî birîndar bû.

Ev kolbere piştî berkeftina guleyên hêzên rejîmê, destê wî bi dijwarî birîndar bûye û bo wergirtina tedaviyên pizîşkî bo nexweşxaneya Bokanê hatiye veguhastin.

Hêzên çekdare rejîmê bi bê agehdarkirina berê teqe ji wan 2 kolberan kirine.