Li gorî nûçeya Hengawê, Du kolberên ciwan xelkên bajarê Ciwanroyê bi sedema keftin ji bilindahiya sînor bi dijwarî birîndar bûn, nasnameya wan kolberan Aras û Arwîn hatiye ragehandin.
Herwisa Hengawê Ragehand, şeva Pêncşemî 2ê Sermawezê 2 kolberên xelkê bajarê Ciwanroyê, yên bi navên Aras û Arwîn li ser sînorê Newsûdê ser bi bajarê Kirmaşanê, li dema revîn ji destê hêzên komara Îslamî a Îranê de li bilindahiya wî sînorî keftine xiwar.
Aras û Arwîn bi sedema keftin ji bilindahiyê pişt û lingê wan birîndar bûye û bo wergirtina tedaviyên pizîşkî bo navendên dermanî hatine veguhastin..