Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Îsraîl ragihand ku ger heya îro êvarê barimte neyêne azadkirin, dê agirbestê bişkêne

08:51 - 26 Çirriya paşîn 2023

Serokê sitada giştî a Artêşa Îsraîl ragihand: em heya îro ser êvarî dê bendê bin ku hemî barmteyên destê Hemasê de bêne serbest kirin, hekî ne, emê êvarê êrîşa xwe bo ser Xezê dest pêbikin.

Wî deshilatdarê leşkeriye Îsraîl tekezî kir ku dê êrîş û operasyona me heya bi tewawî ji nav çona Hemasê dê her berdewam be.

Deftera Binyamîn Netenyaho Serokwezîrê Îsraîl ragihand: Lîstê girûpa 3 em a barimteyan geheştiye destê me, lê Hemas dixwaze xwe gîro bike û me pê mijûl bike, heya xwe teyar û serûber dike, lê ger bi lez ev barimte neyêne azadkirin, Artêşê birya daye ku îşev agirbestê bişkêne.

Deftera Netenyaho herwisa ragihand: piştî evê ku me lîstê barimteyan vergirt, piştî jêkolînê me malbatên wan êxsîrên destê Hemasê agehdar kirin û benda kesên xwe ne, lewma ger Hemas wê yekê paşte bêxe, emê bi awayê herî tund êrîşan bo ser Xezê dest pêbikin.