Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Li kempeke tûşbûyên madên hişber de dehan kes li nav agir de şewitîn

10:11 - 4 Çirriya paşîn 2023

Bi sedema xemsariya berpirsan û nebûna sîstemên agirtemirandinê li kempeke tûşbûyên madên hişber li bajarê Lengerûdê de 32 kesan canê xwe ji dest dan û dehan kesên dinê jî bi giranî birîndar bûn.

Pêka zaniyariyê belavbûyî li agirpêkevtina roja Înê li kampa tûşbûyên madên hişber li bajarê “Lengerûd” ser bi parêzgeha “Gîlan”ê, 32 kesan canê xwe ji dest daye lê heta niha ti zanyariyeke serast li vê derheqê de belav nekirine û pêka hin nûçeyên belavbûyî, sobeya vê kempê bûye sedema vê agirpêketinê û xuya ye ku ti sîstemeke temirandina agir li vê çinebûye û ti çavdêriyek jî li ser wan nexweşan de nebûye.

Rejîma Îranê ti girîngiyek bi tûşbûyên madên hişber nade û wek nexweş digel wan reftarê nake û wan wek tawanbar dibîne, lewma li bînayên ku ti xizmetkariyeke pizîşîkî û ewlehî nînin, li jêr navê kemp kom dike û ew kempa ku şewata vê bûye sedema qurbanîbûna dehan kesan, berê xwendingeh bûye.

Ev agirpêkevtin li demjimêr 5 û 45 xulekên sibêdeha roja Înê li kempa terk kirina madên hişber ku kevtiye nêzîk bajarê “Lengerûd”ê de qewimiye.