Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Rêya “Îranşehr- Serbaz”ê ji aliyê ciwanên Belûç ve hate daxistin

08:54 - 26 Çirriya paşîn 2023

Ciwanên Belûç bo azadkirina “Mewlewî Fezl ul-Rehman Kûhî” rêya “Îranşehr-Serbaz”ê daxistin û daxwaza azadiya navbirî  kirine û Xelkê “Kirganê” ji daxwaza birêvebirina mangirtinê li wî bajarî de kirine.

Pêka rapora “Halveş”ê welatiyên Belûç bo nîşandana nerizayetiya xwe li hember binçavkirina “Mewlewî Fezl ul-Rehman Kûhî”, li devera “Serkur û Kûhwen”ê de rêya “Îranşehr-Serbaz”ê bi danîna tekeran û hilkirina agir daxistine û daxwaza azadkirina navbirî kirine.

“Mewlewî Fezl ul-Rehman Kuhî” li 30ê Rezbera îsal de piştî serdana “Mewlewî Ebdulhemîd” li bajarê Zahidanê, li dema derkevtin ji wî bajarî ji aliyê hêzên ewlehî yên rejîma Îranê vê hate binçavkirin û bo ciheke nexuya hatiye veguhastin.

Herwisa xelkê bajarê “Kirganê” piştî cinayetên hovane yên rejîmê ên wek çona hêzên hov ên ewlehî û leşkerî bo nav mizgevta wî bajarî û teqe li xelkê û kuştin û birîndarkirina hejmareke zêde ji xelkê wî bajarî û lêdan û kutan û bêrîzîkirin bi , jin, zarok, nimêjker û şewitandina darayiya xelkê, daxuyaniyek belav kirine û daxwaz ji xelkê wî bajarî kirine ku roja Dûşemî 6ê Sermawezê, dukan û bazaran dabixin û tevlî mangirtinê bibin.