Milîsên Hemasê şeva derbasbûyî 17 barimte û Îsraîlê jî 39 Felestînî azadkirin û ew duyemîn veguherîn bû ku Hemasê piştî demeke alozîxistrinê, ew barimte azad kirin. Herwisa hemasê lîsteyekî nû bo Îsraîlê şandiye.
Artêşa Îsraîlî bi belavkirin agirtevîdyoyan dane zanîn li şeva derebasbûyî, Hemasê 13 barimtên Îsraîlî û 4 Taylendî azad kirine û Îsraîlê jî li hember de 39 binçavkiriyên Felestînî yên li girtîgehên Îsraîlê de azad kirine.
Hêjayê gotinê ye ku Hemasê heta derengiya şevê, ji azadkirina barimteyan xwe diparast lê piştî gefxwarina Îsraîlê, ev barimte azad kirine.
Herwisa Serokwezîrê Îsraîl “Binyamîn Netanyaho” ragihandiye ku lîsteyeke nû ji Hemasê vergirtiye ku navê kesên ku li veguherîna bê de bêne azadkirin, hatine nivîsandin, lê heta niha Îsraîlê ti navek bo azadkirina barimteyên destê Hemasê nedaye wan û milîsên Hemasê bi xwe biryarê didin ku kê azad bikin an ne.