Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Mezintirîn êrîşa dironî bo ser Ukrayînê bi dironên rejîma Îranê

12:09 - 26 Çirriya paşîn 2023

Ukrayînê ragihand ku şeva derbasbûyî êrîşekî berfirehe dironî ji aliyê Rûsiyê ve bo ser Kîêfa paytextê ukrayînê hate encamdanê.

Rûsiyê bi bikaranîna Dironên ji curê Şahid ku ji aliyê rejîma Îranê ve hatine çêkirin, ev êrîş kiriye ser Ukrayînê.

Rûsiyê bi havêtina 70 Dironên Şahid , xewa şevê ji çavê xelkê Kîêfê heriman, lê sîstema berevaniya Ukraynê karî piraniya wan 70 Dironên Şahidê rejîma Îranê li Esman de bêxe û biteqîn ku nehêle bigehne armanca bo hatî diyarîkirin.

Hêza Esmaniye Ukrayînê ragihand Rûsiyê ku şeva derbasbûyî bi dehan Dironên Şahid êrîş kire ser Kîêfê, pitir ji 70 Dironî û Mûşekek ji aliyê sîstema bergiriya Ukrayînê ve hatine teqandin û xistin.