Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Kolberekî temen 17 salî li sînorê bajarê Banê ji aliyê hêzên rejîma Îranê ve hate kuştin

16:56 - 26 Çirriya paşîn 2023

Li sînorê Hengejalê, hêzên Henga sînorî ya rejîma Îranê li bajarê Banê, bi awayê rasterast teqe li serê kolberekî 17 salî yê xelkê devera “Rebet” a ser bi bajarê Serdeştê kirine û ew kolberê nûciwan kuştine.
Pêka raporên Belavbûyî, roja Yekşemî 5ê Sermawezê, kolberekî kurd ê bi navê “Farûq Elîzad” yê temen 17 salî û xelkê gundê “Geniman”ê ser bi devera “Rebet” a bajarê Serdeştê, li dema kolberî de li sînorê “Hengejal”ê ser bi bajarê Banê, rastî teqeya rasterast a hêzên henga sînorî ya rejîma Îranê li bajarê banê hatiye û wan hêzane bi gulleyên saçmeyî teqe li serê wî welatiyê Kurd kirine û ew nûciwane, kuştine.
Pêka amarên belavbûyî, li heyama 2 mehên derbasbûyî de hêzên henga sînorî ya rejîmê li bajarê Banê, bi teqeya rasterast, 7 kolber li vî sînorî de kuştine.