Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Hunermend û pêşmergê berê yê Hizba Demokrat “Tahir Xelîlî” koça dawiyê kir

11:10 - 27 Çirriya paşîn 2023

Hunermendê navdar û pêşmergê berê yê Hizba Demokrat “Tahir Xelîlî”, li bajarê Silêmaniyê de koça dawiyê kir.

Hunermend Tahir Xelîlî, sala 1335 a Rojî, li bajarê Bokanê, ji dayîk bû. Ew ji zarokatiya xwe de hez ji mûzîk û strangotinê dikir û li zû de li kor û kombûnan de dest bi strandina stranên hunermendên mezin ên wek mamosta “Mihemed Mamilê, Hesen Zîrek, Tahir Tofîq, Elî Merdan û Salih Dîlan” kir. Hêj temenê wî 15 sal bû ku yekem berhema huneriya xwe belav kir û piştre bû xwediyê rê û şêwaza huneriya taybet bi xwe û hejmarek sirûd û stranên bi navûdeng li jiyana huneriya xwe de tomar kirin.

Hunermend “Tahir Xelîlî, sala 1358 a Rojî û piştî destpêkirina xebata aşkira ya teşkîlatî û siyasiya Hizba Demokrat, tevlî refên Hizba Demokrat bû û çi li çeperên pêşmergetiyê û çi li korên hunerî yên Hizbê de, heyama 5 salan xebata siyasî û huneriya xwe berdeewam kir. Her li vê qonaxa jiyana siyasî û huneriya xwe de û piştî operasiyoneke hêza Beyan li gundê “Erbenûs”ê ku bi xwe jî li wî şerî de beşdar bû, sirûda dîrokiya “Le Terexeyî Serberze we” strand ku li tomarkirinên piştre, navê vê staranê bo “Qendîlî Serberz” guherî.

Hunermend Tahir Xelîlî li qonaxeke din a jiyana xwe de û li sala 1372 a Rojî, piştî givaşên navendên ewlehî yên rejîma Îranê, neçar ma ku ji Rojhilatê Kurdistanê derkeve û xwe gihande refên Hizba Demokrat û heta sala 1376 a Rojî ku ji welat derkevt, li kora Huneriya Hizba Demokrat a Kurdistana Îranê de erkê hunerî û pêşmergetiyê bi rê ve bir. Hunermend “Tahir Xelîlî” li salên derbasbûyî de jî ji derveyî welat dihate Başûrê Kurdistanê, li çendîn boneyên Hizbî de bi awayekî çalak, beşdar bû ku li duhemîn carê, li 30emîn salvegera terorkirina Şehîd “Dr. Qasimlo”, çend sirûdên netewî û hemasî strandin.

Hunermend Tahir Xelîlî, xwediyê 10an sirûd û stranên bi navûdeng bû, ên wek “Kakî Şiwan,Xasekew, Şewî tarîk û bêdengî, Gulî Mehabad, Kîjûley Kurdistan” û çendîn sirûd û starnên bi nav û deng ên din. Mixabin koça dawiya wî, derfet neda ku zêdetir xizmeta hunerî bi gel û nîştimana xwe bike û li temenê 67 saliyê de koça dawiyê kir.

Navenda Ragihandina Hizba Demokrat a Kurdistana Îranê, bi boneya koça dawiya ya hunermend Tahir Xelîlî, sersaxiyê dibêje malbat û kesûkarên wî û xwe li vê xema giran de bi hevparê xema wan dizane.