Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Gemiya firokehilgira “Eisenhower” digel çend gemiyên şerker ên Amerîkayê gihîştine Kendavê

11:41 - 27 Çirriya paşîn 2023

“CENTCOM”ê ragihand ku gemiya firokehilgira “Eisenhower” digel çendîn gemiyên şerker ên Amerîkayê ji geviya “Hormoz” re derbas bûn û niha li kendavê de ne.

Pêka rapora Fermandehiya Navendî ya Amerîka “CENTCOM”ê gemiya firokehilgira “Eisenhower” digel gemiya şerkera “Philippines” a Amerîkayê ku hilgirê mûşekên Kirûz ên pêşkevtî ye, gemiya şerkera “Grauely” ku hilgirê mûşekên kirûz ên “DDG107” e û gemiya şerkera “USS Stethem”(DDG63) a Amrîkayê û gemiya şerkera “Freega Landok”(D 653) a Feransê, bi hev re ji geviya Hormoz” re derbasî avên kendavê bûne.

Pêka rapora “CENTCOM”ê ew girûpa gemiyên derbelêdanê bo “piştewanî ji hewcehiyên CENTCOMê li seranser derverê û bo garantîkirina azadiya çonûhatinê li avên navnetewî de” hatine kendavê.

Hêjayê gotinê ye ku gemiya firokehilgira “Eisenhower” tevî ku hilgirê balafirên herî pêşkevtî yên şer ên Amerîkayê ye, xwediyê pêşkevtîtirîn sîstemên şerker ên Artêşa Amerîkayê ye.