Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Artêşa Îsraîlê bi mûşekan balafirxaneya Demişqê kire armanc

11:59 - 27 Çirriya paşîn 2023

Bi sedem êrîşa mûşekiya Artêşa Îsraîlê bo ser balafirxaneya Demişqê, karê vê balafirxaneya Sûriyê bi tevahî sekiniye û ti firîn an hatineke balafiran nayê kirin.

Pêka rapora nûçegihaniya “Reuters”ê roja Yekşemî 5ê Sermawezê, êrîşeke mûşekî li ser balafirxaneya Demişq a Sûriyê de hatiye kirin ku bûye sedema sekinîna firîn û hatina balafiran û balafirên ku dixwestin bêne vê firokexaneyê, ber bi balafirxaneyên din ên li bajarê Heleb û Laziqiyê ve çone.

Herwisa Çavdêrê Mafê Mirovî li Sûriyê belav kiriye ku balafirxaneya navnetewî ya Demişqa Sûriyê kevtiye ber êrîşa mûşekên Îsraîlê û tevahiha karê li vê balafirxaneyê de sekiniye.

Pêka rapora “Reuters”ê heta niha Îsraîlê li vê derheqê de ti zanyariyek belav nekiriye.

Îsraîl çendîn sale ku wan êrîşên ku bo ser balafirxaneyên Sûriyê ve têne kirin pêwendîdar bi rejîma Îranê li Sûriyê binav dike û heta niha çendîn operasiyonên esmanî bi rêya balafiran û mûçekan bo lêdana berjewendiyên rejîma Îranê li Sûriyê de encam dane.

Rejîma Îranê bi rêya balafirên rêwîngî, cebilxane û alavên şer bo Sûriyê vediguhaze.