Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Rewşa ewlehî li Parêzgeha Sîstan û Belûçistanê de gelek tundir bûye

19:31 - 4 Çirriya paşîn 2023

Roja 13ê Xezelwerê, roja “Îna bi Xwîn” a bajarê Xaşê, rejîma Îranê bi rêya milîtarîzekirina bajaran û tundtirkirina rewşa ewlehî li bajarên parêzgeha Sîstan û Belûçistanê de tirsa xwe ji serhildana xelkê Belûç da xuya.
Pêka rapora malpera Mafê Mirovî ya “Halveş”, hêzên ewlehî û leşkerî yên rejîma Îranê li devedevê 13ê Xezelwerê, salvegera “Îna bi Xwîn” a bajarê Xaşê, li şeqmên bajarê Xaşê û derdora mizgevta “Camê`i El-Xelîl” de xelk tevtêş dikirin.
Herwisa “Halveş”ê belav kiriye ku li bajarê Zahidanê de jî hêzên leşkerî û ewlehî yên rejîma Îranê xalên lêkolîn û vekolînê danîne û li ser şeqam û kolanên wî bajarî û derdora mizgevta “Mekkî” de xêvet hildane û xelk tevtêş dikirin.
Li 13ê Xezelwera 1401 a Rojî, li roja “Îna bi Xwîn” a Xaşê de zêdetir ji 18 kes ji xelkê Belûç ku 2 kes ji wan zarok bûn ji aliyê hêzên hov ên rejîma Îranê ve hatine kuştin û 70 kes jî birîndar bûn ku li nav wan birîndaran de jin û zarok jî hebûn, herwisa li “Îna bi Xwîn” a bajarê Zahidanê de jî li 8ê Rezbera 1401 a Rojî, hêzên hov û dije mirov ên rejîma Îranê zêdetir ji 100 kes ji xelkê Belûç dane ber gulleyan û şehîd kirin û bi 100an kes jî birîndar kirin ku hejmarek ji wan şehîd û birîndaran jin û zarok bûn.