Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Piştî serdana serkomarê rejîmê bo welatên Afrîqayê hinardeya Îranê zêdetir ji %50 kêm bû

17:12 - 27 Çirriya paşîn 2023

Serkomarê rejîma Îran li serdana xwe li welatên Afrîqayê de gotibû ku ew serdane dê xêr û bereket be lê bervajî, piştî vê serdanê hinardeya Îranê bo Afrîqayê %53 kêm bû.

Piştî serdana Serkomarê Rejima Îranê “Îbrahîm Reîsî” û wajokirina 21 belgeyan digel welatên Afrîqayê bi armanca geşeya aborî û ticareta Îranê, piştî derbasbûna 7 mehan tevî ku ti pêşketin û geşeyek nehatiye dîtîn, bervajî hinardeya Îranê bo welatên Afrîqayê %53 kêm bûye.

Îbrahîm Reîsî, dixwest bi projeyên wek veguherîna maşînên wanêt Nissan digel goştê sor geçê bi aboriya Îranê bide lê ew yek jî rastî şikestê hat.

Pêka rapora nûçegihaniya ser bi rejîmê “ISNA” yê li sala 1401 a Rojî de Îranê ji welatên Afrîqayê “meymûn” kirîne û bo Îranê anîne.

Pêka gotina Berdevkê Komîsiyona Pêwendiyên Navnetewî ya Odeya Pêşe û Kangehên Îranê, hinardeya 7 mehên destpêkiya îsal bo Afrîqayê, 434 milyon dolar bûye ku bi berhevdanîn digel 7 mehên destpêkiya sala par, %53 kêm bûye.

Îbrahîm Reîsî gotiye ku “Afrîqa warê derfetan e û nabe piştguh bê avêtin” bi vê pêkê serdana wî bilî xisrê ti encamek nebûye lê pêka ragihandinên rejîmê” qasa hinardeya Îranê bo hinek welatên Afrîqayê kêmtir ji xercê sefera “Îbrahîm Reîsî” ji bi wan welatan bûye.