Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Li sînorê Newsûdê, rejîma Îranê kolberekî din jî kuşt

17:13 - 27 Çirriya paşîn 2023

Kolberekî, xelkê “Selasa Bawecanî” bi sedema teqeya rasterast a hêzên leşkerî yên rejîma Îranê li sînorê Newsûdê, canê xwe ji dest da.

Pêka rapora Rêkxirava Mafê Mirovî ya “Kurdpa”yê, demjimêrên şeva Yekşemî 5ê Sermawezê, kolberekî Kurd ê bi navê “Yawer Weysî” yê xelkê gundê “Qilqile”yê ser bi bajarê “Selasa Bawecanî” li encama teqeya rasterast a hêzên leşkerî yên rejîma Îranê, li sînorê Newsûdê bi dijwarî birîndar bibû, canî xwe ji dest da.

Pêka rapora Kurdpayê, ew kolbere bi sedema dijwariya birinên wî, li yekeya tendirûstiya Newsûdê de canê xwe ji dest daye.

Hêzên hov ên rejîma Îranê bi çeka kilaşînkofê, li pişt ve teqe li Yawer Weysî kirine.

Li vê derheqê de roja Yekşemî 5ê Sermawezê jî, kolberekî temen 17 salî yê bi navê “Farûq Elîzade” yê kurê “Osman û Xunçê”, xelkê bajarê “Rebet”ê ser bi bajarê “Serdeşt”ê, bi sedema teqeya rasterast a hêzên rejîmê li sînorê “Banê” hatibû kuştin.

Hêjayê gotinê ye ku rejîma Îranê li wan 2 mehên derbasbûyî de bi teqeya rasterast 7 kolber li sînorên Rojhilatê Kurdistanê de kuştine.