Malnişînkiriyên îdareya Muxabrata Îranê li çendîn bajarên Rojhilatê Kurdistanê û Îranê, kombûna nerizayetiyê lidar xistin û pêdegirî li ser daxwaziyên xwe ên wek pêregihştin bi jiyan û dana xizmetkariyan kirin.
Li parêzgehên Sine, Kirmaşan li Rojhilatê Kurdistanê û herwisa parêzgeha Luristanê, malnişînkiriyên îdareya Muxabirata li ber deriyê sendûqa malnişînkiriyên îdareyên Muxabiratê li wan parêzgehan de kombûna nerizayetoiyê lidar xistin.
Herwisa li parêzgehên “Fars, Tehran, Îsfehan, Tewrêz, Sîêstan û Belûçistan û Hormozganê” de li Îranê, kombûna nerizayetî ya malnişînkiriyên îdareya Muxabirata Îranê li ber deriyê sendûqa malnişînkiriyên vê îdareyê, bi rê ve çon.
Hemû heftiyan û bi taybet li rojên Duşemî, malnişînkiriyên îdareya Muxabirata Îranê kombûnên nerizayetî lidar dixin.
Pêka gotina rojnameyên ser bi rejîmê, malnişînkiriyêm Muxabiratê nerizayetiya xwe pitir li hember “birêveneçona biryarnameya karpêdan a sala 1398, nedana xizmetkariyên xweşbijîviyê û pirsgirêkên bîmeya dermanî û zêdekirina beşa bîmeya zêdekirî ya malnişînkiriyan” kombûnan bi rê ve dibin”; Lê gelek caran li dijî rejîmê û gendeliyên rejîmê dirûşm dane.