Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Berdewamiya girtin û nerohniya çarenivîsa Seyad Derwîşî

11:08 - 28 Çirriya paşîn 2023

Seyad Derwîşî birayê şehîd Fercad Derwîşî yek ji canjidesdayên şoreşa Jin, Jiiyan, Azadî li Urmiyê, hêşta girtiye û çarenivîsa wî nerohne.

Fercad Derwîşî heya niha li destpêragiheştin bi parêzer û hevdîtin digel malbata xwe hatiye bê parkirin.

Kurdpa yê di wê derheqê de ragehand, nebûna zanyariyan li derheq çarenivîsa Seyad Derwîşî, nîgeraniyên malbata navbirî zêdetir kirine.

Seyad Derwîşî birayê şehîd Fercad Derwîşî, yek ji canjidestdayên şoreşa Jin, Jiyan, Azadî, li despêka meha Xezelwera Îsal, ji aliyê hêzên ewlehî yên rejîmê ve bi bê hebûna ti belgeyek yasayî li yek jî şeqamên Urmiyê de hate girtin û bo Îtilaata Urmiyê hate veguhastin.

Heya dema belavbûna wê nûçeyê, sedema girtin û tohmetên ku bi ser navbirî de hatinî sepandin ti zanyariyek li ber dest de nîne.

Şeva Sêşemî 29ê Xermanana 1401 a Rojî, Fercad Derwîşî ciwanê temen 23 salî xelkê gundê “Balo” yê ser bi bajarê Urmiyê, li pêvajoya şoreşa Jin, Jiyan, Azadî, li bajaroka Welîesir a Urmiyê, bi teqeya hêzên tepeserkar yên rejîmê şehîd bû.