Xelkê Gundê “Siyanaw”ê ser bi bajarê Merîwanê bi hevkariya “Encumena Keska Çiya ya Merîwanê” û beşdariya zarokên wî gundî, rêûresma Zagrosane lidar xistin û hezar darên “Qezwanê” çandin.
Xelkê gundê “Siyanaw”ê ser bi bexşa navendî ya bajarê Merîwanê, bi hevkariya “Encumena Keska Çiya ya Merîwanê” pêşewazî ji bernameya Zagrosane kirin û bi çandina hezar darên “Qezwan”ê, jîngeha Zagrosê parastin.
Çandina wan daran bo parastina jîngeha Kurdistanê û herwisa rêgirî û rawestan li hember jinavbirina daristanan û zewtkirina wan, hatiye kirin.
Zagrosane bernameyeke parastina jîngehê ye ku heyamê 5 salan e bi tejîkirina cihê parek ji daristanên ku hatine birîn an ji aliyê rejîma Îranê ve hatine şewitandin an ji aliyê kesên din ve hatine zewtkirin, li seranserê deverên çiyayên Zagrosê de bi rê ve diçe û bûye beşek ji kultûr û çanda xelkê Rojhilatê Kurdistanê.
Hêjayê gotinê ye ku zarokên gundên “Siyanaw”ê bi awayekî çalak, beşdarî li çandina wan daran de kirine û dane selimandin ku dê jîngehê biparêzin.
Xelkê Kurdistanê bo parastina Jîngehê gelek nirx û qurbanî dane kesên wek “Şerif Bacwer” û hevalên wî û çendîn kesên dinê li pêxema parastina jîngehê de canê xwe ji dest dane.