Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

kolberekî Kurd li ser sinorê Newsûdê bi dijwarî birîndar bû.

11:17 - 28 Çirriya paşîn 2023

Spêdeha roja Yekşemî, 5ê Sermawezê kolberekî Kurd yê bi navê Hebîb Rizayî temen 52 salî û xelkê Ciwanroyê, bi teqeya hêzên çekdare rejîma Îranê ve li ser sînorê Newsûdê bi dijwarî hate birîndarkirin.

Li gorî nûçeya Kurdpayê, hêzên leşkerî yên rejîma îranê, bi bê agehdarkirina berê, li ser sînorê Newsûdê li piştve teqe ji wî kolberî kirine.

Herwisa Kurdpayê ragehand, ew kolber bi sedema dijwariya birênên xwe bo nexweşxaneya Taliqanî a Kirmaşanê hatiye veguhastin û bi sedema berkeftina guleyan, pişta wî birîndar bûye û mohreyên pişta wî şikane, herwisa sihên wî jî tûşê xiwînrêjiyê hatiye.

Rewşa giştî a wî Kolberî, ne baş hatiye ragehandin.