Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Rêkxistina Mafê Mirovî ya Îsraîlê daxwaza lêkolîn li ser destdirêjiyên hemasê li ser jinên Îsraîlî kir

11:20 - 28 Çirriya paşîn 2023

Saziya Pizîşkan, lîsteyek ji tawanên destdirêjiyên Hemasê bo ser jinên medenî yên Îsraîlî tomar kiriye û ew lîsteye bo Rêkxirava Mafê Mirovî ya Îsraîlê şandiye û vê navenda mafê mirovî daxwaz ji dadgeha navnetwî kiriye ku lêkolînê li ser wê mijarê bike.

Roja Sêşemî 7ê Sermawezê, Rêkxistina Mafê Mirirovî ya Îsraîlê pêka lîsteyekê ku Saziya Pizîşkan tomar kiriye, daxwaz ji dadgeha navnetyewî kiriye ku lêkolînê li ser raporên destdirîêjiya milîsên Hemasê bo ser jinan bike da ku bê selimandin Hemasê cinayetên çiqas hovane kirine.

Rapora pizîşkan piştî êrîşa hovane û dûr ji hemû exlaqên mirovî û olî ya Hemasê bo ser festîvala Aşitiyê li nêzî bajarê Xezê, hatiye tomar kirin û niha Rêkxistina Mafê Mirovî ya Îsraîlê daxwza lêkolîn li ser wê raporê kiriye ku aliyên hov û dûr ji mirovahî yên hêzên Hemasê bo ser jinên medenî  yên Îsraîlî, bo hemû cîhanê eşkere bibe.

Hemasê piştî lêdan û îşkencekirin û reftarên hovane, termên jin û keçên Îsraîlî bi rûtî li nav şeqamên Xezê de digerandin û rejîma Îranê jî kiryarên Hemasê wek serketineke mezin û cihê şanaziyê binav kir.