Pêka lihevkirina Hemas û Artêşa Îsraîlê bi rêya Rêkxistina Xaça Sor a navnetewî, Roja Dûşemî jî 11 barimteyên îsraîlî û 33 binçavkiriyên Felestînî hatine veguherîn û herwisa heyama agirbesta demkî 2 rojên din, hate dirîjkirin.
Roja Dûşemiyê û bi rêya saziya “Xaça Sor” a cîhanî, Hemasê 11 barimteyên Îsraîlî, 3 welatiyên Firansê, 2 welatiyên Almanî û 6 kes ji xelkê Arjantînê azazd kirin û li hember de jî Îsraîlê 33 binçavkiriyên Felestînî azad kirin, barimte û girtî piştî radestkirina wan ji aliyê Hemas û îsraîlê ve bi Xaça Sor, piştre barimte bi Îsraîlê, û girtî bi Hemasê hatine radestkirin.
Pêka biryar û lihevkirina Hemas û Artêşa Îsraîlê, heyama agirbesta demkî ya şer bo heyamê 2 rojên dinê jî hatiye dirêjkirin.
Herwisa Hemasê kesekî Cihû yê xelkê Rûsiyê jî bi sedema piştevanîkirina Rûsiyê ji êrîşên Hemasê, bê beramber azad kiriye.
Pêka gotina “Binyamîn Netanyaho” Serokwezîrê Îsraîlê, listeyek nû ku navê 50 jinê Felestînî li wî lîsteyî de ne, bo azadkirina wan belav kiriye ku biryar bû îro Sêşemiyê 7ê Sermawezê bêne azadkirin.