Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Dadstanê rejîmê li bajarê Cask”ê de ferman daye gazoilê nedin kamiyon û maşînên gazoîlî

12:05 - 28 Çirriya paşîn 2023

Dadstnaê rejîmê li bajarê Caskê ferman daye ku gazoîla Kamiyon, mînîbûs û barhilgirên din ên gazoîlî qut bikin û %98 a xwediyên wan niha bê gazoîl mane û piraniya veguhastinê sekiniye.

Pêka fermana Dadstanê rejîmê li bajarê Caskê, “Elî Îmamî”, dana gazoîl bi Kamiyon, mînîbûs û barhilgirên din ên gazoîlî hatiye sekinandin û bi tenê gazoîlê  didne wan kesan ku belgenameya paye yek hebin û bi vê yekî ku %98 a xwediyên wan maşînan belgenameya paye yek nînin, karê wan sekiniye.

Pêka rapora “Resedê Belûçistan”ê nedana şewatê bi mînîbûsan karê vegihastina xelkê li bajarê “Cask û Lîrdefê” sekinandiye û pirsgirêkên micid bo xelkê çê bûne û tenê şewatê didine wan kesan ku ser bi rejîmê ne”.

Herwisa beşek zêde ji karê veguhastina bar li wan 2 bajaran de jî sekinye.