Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Rafael Grossi: “Renge dosyeya navkiya Îranê careke din bo Şêwreya ewlehî bê zivirandin”

16:39 - 28 Çirriya paşîn 2023

Birêveberê Giştî yê Ajansa Navnetewî ya Wizeya Navkî gotiye ku şiya navkiriya Îranê cihê nigeraniyê ye û pirsiyarên li vê derheqê de bê bersiv mane û hekî Îran pêbendên sozê xwe nebe, renge dosya Îranê bo Şêwreya Ewlehî bê şandin.

Birêveberê Giştî yê Ajansa Navnetewî ya Wizeya Navkî “Rafael Grossi”, roja Sêşemî 7ê Sermawezê, li hevpeyvîn digel kalana televîzyoniya “France24”ê de gotiye: “Nigeranî li ser şiyana navkiya Îranê heye, tevî ku Îran niha mijûlê berhemanîna çeka navkî nîne, lê bi tekezî li bernameya navkiya Îranê de hinek nigeranî hene ku bê bersiv mane”.

Herwisa navbirî tevî îşarekirin bi peydabûna Uraniyoma meyandî ya bi tîratiya %83 li hinek navendên navkî yên rejîmê bi tekezî got: “Îranê madeyên girîng li berdest hene, bi tenê welatên ku çeka navkî hene ew madeyane li berdest hene, ew bi vê wateyê nîne ku Îranê çeka navkî heye lê wan şêwazeke şiyanê hene ku cihê nigeraniyê ye”.

Herwisa “Rafael Grossi” li derheq hevkarînekirina rejîma Îranê digel Ajansê de got: “Hekî çalakiyên derxistina rastiyan û çavdêriya lêkolerên Ajansê bi qasa hewce nebe, em dikarin bibêjin ku Îran pêbendê sozên xwe yên navnetewî nemaye û renge dosyeya navkiya Îranê careke din bo Şêwreya Ewlehî ya Saziya Neyewên Yekgirtî bê şandin an dorpêçên zêdetir li dijî Îranê bêne dan.

Rejîma Îranê 128.3 kîlo Uraniyom a bi tîratiya %60 heye ku hekî heta tiratiya %90 bê meyandin, dikare 3 bombên navkî berhem bîne.