Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Amerîka rêjeya hêzên xwe li Rojhilata Navîn zêde kir

11:40 - 1 Çirriya paşîn 2023

Tevî Ku Amerîkayê 50 balafirên barhilgir bo Rojhilata Navîn Şandine, dixwaze 300 kes ji hêzên xwe yên pispor li pûçkirina madên teqînê û pêywendîgirtinan de bo Rojhilata navîn bişîne.

Berdevkê Pêntagonê General “Patric Ryder” li derheq şandina wan 300 kes ji hêzên taybet gotiye: “Amrîka 300 kes ji hêzên xwe yên zêde bi armanca piştevanîkirin ji hêzên Amerîkayê li warên wek pûçkirina madên teqînê û herwisa pêywendîgirtinê” ji Amerîka bo Rojhilata Navîn dişîne lê ew li Îsraîlê de cihgîr nabin.

Herwisa pêka raporên belavbûyî zêdetir ji 50 balafirên barjilgir ên leşkerî bo Rojhilata Navîn hatine şandin lê li heta niha bi serastî nehatiye zanîn ku li çî welatekî Rojhilata Navîn de cihgîr bûne û çi bo Rojhilata Navîn veguhastine.

Pêka hinek ji çavkaniyan, Amerîkayê tevî şandina 50 balafirên barhilgir ên leşkerî, hejmareke zêde ji balafirên barhilgir ên stratejîk ên cura “C-17 Globmaster” jî bo Rojhilata Navîn şandine, Amrîkayê bi rêya wan balafiran hêz û cebilxane bo Rojhilata Navîn veguhastine.