Malnişînkiriyan li roja Sêşemî 7ê Sermawezê li çendîn bajarên Rojhilatê Kurduistan û Îranê kombûna nerizayetiyê lidar xistin û daxwaza pêregihîştin bi daxwaziyên xwe kirin.
Roja Sêşemî 7ê Sermaweza 1402 a Rojî malnişînkiriyan li bajarên “Sine û kirmaşan”ê li Rojhilatê Kurdistanê, kombûna nerizayetiyê lidar xistin û daxwaza cîbicîkirina biryaya vekhevkirina mûçeyan, pêregihîştin bi jiyana dijwar û trajîk a malnişînkiriyan, dana padaşa malnişînkirinê ya sala 1401 a Rojî û çend daxwaziyên din kirin.
Herwisa malnişînkiriyan bi awayekî hevdem digel bajarên Rojhilatê Kurdistanê, li bajarên “Ehwaz, Erak û Memesnî”yê de kombûna nerizayetiyê wek bajarên Rojhilatê Kurdistanê, li ber deriyê îdareya navenda malnişînkiriyên Îranê li wan bajaran de lidar xistin.
Malnişînkirî, li hemû heftiyan roja Sêşemiyê, li seranserê kombûnên nerizayetiyê lidar dixin lê heta niha rejîma Îranê ti bersivek bi wan nedaye û malnişînkiriyan jî bi tekezî û pêdegirî gotine ku heta gihîştin bi armancên xwe, dê wan kombûnên nerizayetiyê berdewam bikin.