Îsraîlê 30 binçavkiriyen Felestînî azad kirin û milîsên hov ên Hemasê jî 10 Îsraîlî û 2 kes ên xelkê Taylendê azad kirin, tevî ku şer li xezê sekiniye, li deverên din ên Felestînî de alozî hene.
Demjimêrên şeva Sêşemî 7ê Sermawezê, Îsraîlê 30 binçavkiriyên Felestînî bi radestkirina wan bi Xaça Sor, ew azad kirin û milîsên hov ên Hemasê jî 10 Îsraîlî û 2 taylendî yên barimtegirtî, radestî Xaça Sor kirin û bi vî awayî Pêncemîn veguherîna barimtegirtiyan û binçavkiriyan li navbera Îsraîl û hemasê de hate kirin.
Li vê derheqê de Berdevkê Wezareta Derve yê Qeteterê “Macid El-Ensarî gotiye ku 9 jin û zarokekî Îsraîlî û kesekî Ortîşî û 2 Arjantînî û Fîlîpîniyek ji aliyê Hemasê ve hatine azadkirin.
Pêka lihevkirina dawî ya Artêşa Îsraîl û milîsên Hemasê, heyama agirbestê 2 rojan hatiye demdirêjkirin û li heyama wan 2 rojan de bi 10an bi barimtegirtî û binçavkirî dê bêne azadkirin.
Li halekê de agirbest li Xezê bi rê ve diçe li navbera Artêşa Îsraîlê û Felestîniyan de li bajarên “Cinîn, Erîha, Nablos û Ramellah”ê de aloziyên dijwar çê bûne û Îsraîlê li bajarê Cinînê de jêrxanên milîsên Felestînî bi bildozeran rast kirine û li Nablosê de 5 milîsên Felestînî, binçav kirine.