Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Serokên “Mûsad” û “CIA” li Qeterê de hevdîtin kirin

11:16 - 29 Çirriya paşîn 2023

pêka raporên belavbûyî berpirsê Mûsad û berpirsê Saziya Ewlehiya Amerîkayê li bajarê “Dohê” li Qeterê li derheq qonaxên bê yên lihevkirinê di navbera Îsraîl û Hemasê de hevdîtin kirine.

Roja Sêşemî 7ê Sermawezê berpirsê saziya Ewlehiya Amerîka “CIA”, “William Burns” digel berpirsê saziya Ewlehiya Îsraîlê “Mûsad”ê “David Barnea” li bajarê Dohê de hevdîtin kirin û piştre serdana Serokwezîrê Qeterê “Mihemed Bin Ebdulrehman Alê Sanî” kirine.

Pêka raporên belavbûyî ew serdane bo qahîmkirina pêşkevtinên bi destxistî li lihevkirinên bê yên li navbera Îsraîl û Hemasê de hatiye kirin.

Tevî ku Qeter li pey agirbestek hertimî de ye lê pêka gotinên berpirsên Îsraîlê, heta dawîanîn bi Hemasê, şer dê berdewam be û nabe êdî ti gefek li xelkê Îsraîlê bimîne.