Piştî agirbesta li navbera Îsraîl û milîsên Hemasê, Wezareta Berevaniya Amerîkayê ragihand ku firîna dironên xwe li vê heyamê de li esmanê Xezê, sekinandiye.
Berdevkê Pentagonê “Patric Ryder” ragihandiye ku firîna dironên Amerîka ku bi armanca alîkarîdan bi Îsraîlê bo peydakirina barimtegirtiyên li destê Hemasê, bi berdewamî kar dikirin, li heyama agirbesta li navbera Îsraîl û Hemasê de bo rêzgirtin ji vê biryarê, li esmanê Xezê de sekinandiye.
Amerîka û Yekîtiya Ewropayê, milîsên hov û dije mirovahî yên Hemasê bi terorîst nas dikin û Amerîka li peydakirina barimtegirtiyên li destê Hemasê bi dana zanyariyan û şandina dironan, alîkariya Îsraîlê dike.