Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Rejîma Îranê li rojekê de 3 welatiyên Kurd li Îlamê bidar vekirin

12:21 - 29 Çirriya paşîn 2023

Rejîma Îranê roja Sêşemî 7ê Sermawezê, 3 welatiyên Kurd li girtîgeha navendiya rejîmê li bajarê îlamê de bidar vekirin.

Pêka rapora Rêkxirava Mafê Mirovî ya Kurdpayê, “Elî Axamihemdî” yê temen 47 salî, xelkê bajarê Melekşahî, “Nasir Meqsûdî”, xelkê bajarê “Dereşehrê” ser bi bajarê Îlamê, li sibêdeha roja Sêşemî 7ê Sermawezê li girtîgeha navendiya rejîmê li bajarê Îlamê bidar vekirin.

Herwisa Kurdpayê ragihandiye ku li sibêdeha roja Sêşemî 7ê Sermawezê, welatiyek Kurd ê bi navê “Şehram Mihemedbêygî” jî li girtîgeha rejîmê li bajarê Îlamê, hatiye bidarvekirin.

Bi wî awayî rejîma dije mirovahî ya Îranî li rojekê de li bajarê Îlamê, 3 welatiyên Kurd bidar vekirin.

Rejîma Îranê piştî şoreşa “Jin Jiyan Azadî”yê, rêjeya bidarvekirina xelkê û sepandina cezayên giran bi ser binçavkiriyan de bi yekcarî, zêde kiriye.