Rêberê rejîma Îranê “Elî Xamineyî” ku hertim îdiyaya jinavbirîna Îsraîlê dikir, li gotineke nû de gotiye ku jinavbirina Îsraîlê siyaseta vê rejîmê nîne!
Rêberê çewtekar ê rejîma Îranê ji tirsê herîfîna rejîmê û derketina encamdana rastiyên li derheq cinayetên vê rejîmê li cîhanê bi taybet li Rojhilata Navîn û bi kuştindana xelkê, ji îdiyaya xwe ku her tim tekezî li ser jinavbirina Îsraîlê dikir, paşve çoye û gotinên xwe guherîne û îdia dike ku jinavbirîna Îsraîl siyaseta vê rejîmê nîne û gotiye: “Rijandina sehyonîstan û cihûyan bo nav deryayayan, dîtingeha rejîma Îslamiya Îranê nîne”.
Herwisa Elî Xamineyî yê bikujê 100an hezar zarokên xelkê Îranê li îdiayeke din de gotiye: “rejîma Îslamiya Îranê alîgirê refrandom li Felestînê û raya xelkê ye”!
Bihîstina gotinên wiha ji dîktatorekî çewtekar bo xwederbaskirina rejîmê ji wan aloziyan e ku bi xwe çêkirine û renge binyata rejîma Îslamiya Îranê jî ji nav bibe.
Li halekê de ku ji hemû tirûbûnên rejîmê ve, dirûşma jinavbirîna Îsraîlê dihate dan, îro bo çewtekarî û xwederbaskirin ji wan kirîzan, rêberê xwenmîje vê rejîmê, hemû gotinên xwe û berpirsên berî xwe bi çewt û bê binyat derxistin.