Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Îranê, pileya yekem li revîna êlîtan, li cîhanê de heye

20:28 - 29 Çirriya paşîn 2023

Rojnameya Birîtaniyayî ya “Financial Times” raporek belav kiriye ku pêka amarên belavbûyî yên Rêkxirava Geşepêdan û Hevkariya Aborî(OECD), Îranê lezgîntirîn geşeya revîna elîtan ji sala 2021 heta 2022 li nav welatên endam ên vê rêkxiravê de heye.
Pêka amarên belavbûyî, rêjeya daxwaz bo vergirtina penaberî ji aliyê xelkê Îranê ve li sala 2022 bi berevird digel sala 2021, %44 zêdebûye.
Li vê derheqê de mamostayekî berê yê zanîngeha Pîşeyî ya “Şerîf” îşare bi derketina êlîtan ji Îranê kiriye û nivîsandiye: “vê yeka hûn dibînin, ji derketina xwendekar û êlîtan derbas bûye û niha bûye revîna bi com”; Herwisa navbirî bi pişrastrastkirin bi amarên belavbûyî yên “Financial Times”ê, gotiye ku bi pêka wan datayan, Îran pileya yekem li revîna êlîtan li ser astê cîhanê de heye.
Bilî berdewamiya serkut û nebûna azadiyê, rewşa xirab a aborî, yekek din ji fakterên bingehîn bo derketin ji Îranê ye, ev yeka jî li halekê de ye ku rejîma Îranê her salê bi milyonan Dolar, xercê milîs û pêwendiyên xwe li dever û cêhanê de dike.