Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Artêşa Îsraîl derfeteke nû daye xelkê Xezê ku ji devera bakûr derkevin

11:35 - 5 Çirriya paşîn 2023

Artêşa Îsraîlê bo çend demjimêran derfet daye ku xelkê devera bakûrê Xezê derbasî deverên ewleh li başûrê Xezê bibin û ev derfet bo roja Yekşemî 14ê Xezelwerê ye.

Berdevkê Artêşa Îsarîl “”Efîxay Edre`î” bi belavkirina peyamekê li tora civakiya “X” de ragihandiye ku Artêşa Îsraîlê derfeteke nû daye xelkê deverên bakûrê Xezê ku ji demjimêr 10ê sibêdeha roja Yekşemî 14ê Xezelwerê heta demjimêr 2ê piştî nivro ya vê rojê bi dema Îsraîlê, ku ji bakûrê Xazê ve derbasî deverên ewleh li deverên başûrê ên xezê bibin.

Pêka gotina berdevkê Artêşa Îsraîl ew derfete bi tenê bo roja Yekşemî 14ê Xezelwerê ye û hêzên Îsraîl bo derbasbûna xelkê ji bakûrê Xezê bo başûrê Xezê, dê alîkariya hewce bidin xelkê.

Pêka ragihandina Artêşa Îsraîlê, rêyeke diyarîkirî bi danîna nîşandekan hatiye amadekirin ku xelkê medenî yên bakûrê Xezê bikarin bi ewlehî û hêminî derbasî devara başûr ên ewleh bibin.

Pêka nûçeyên belavbûyî, zêdetir ji 700 hezar kes ji xelkê devera bakûrê Xezê bo deverê başûrî yên Xezê ve çone lê zêdetir ji 400 hezar kes li devera bakûr de mabûn û bi vê derfeta nû ya Artîşa Îsraîlê, hejmareke zêde ji wan dikarin derbas bibin.

Hemas, bi zanebûn xelkê wek mertal bi kar tîne ku bikare givaşan li ser Artêşa Îsraîlê zêdetir bike.