Ofîsa Mafê mirov a Netewên Yekgirtî bi belavkirina daxuyaniyekê, bidarvekirina zarokan û neraziyan ji aliyê rejîma Îranê ve şermezar kir û daxwaza sekinandina bidarvekirinê li Îranê de kiriye.
Saziya Mafê Mirovî ya Netrewên Yekgirtî bi belavkirina daxuyaniyekê li roja Sêşemî 8ê Sermawezê, bidarvekirina “Hemîdriza Azerî” yê temen 17 salî û “Milad Zohrêwend” ê 22 salî şerfmezar kir û daxwaz ji berpirsên rejîma Îranê kir ku bi lezgînî, cezaya bidarvekirinê bisekinîne.
Berdevka Ofîsa Mafê Mirov a Saziya Netewên Yekgirtî “ Lîz Tirosêl” li vê derheqê de gotiye: “Pêka zaniyariyan, dadgehîkirina “Mîlad Zohrêwend”, nadadperwerane bûye û xalên bingehîn ên hewce bo pêregihîştinê, pêka yasayên navnetewî ya mafê mirovî tinebûne û piştî bidarvekirina “Mîlad”, raporên cihê nîgeraniyê ji binçavkirina bav û dayîka wî hatine belavkirin”.
“Lîz Tirosêl” herwisa gotiye: Îran yek ji wan welatane ye ku zêdetirîn rêjeya bidarvekirinê heye û li warê madên hişber û netewên bê maf de jî cezayê bidarvekirinê bi rê ve dibe.
Herwisa navbirî daxwaz ji berpirsên rejîma Îranê kiriye ku dawiyê bi sepandina ceza bi ser çalakvanên siyasî bîne û rêz li mafê mirovan bo azadiya gotin û kombûnên aşitîxwazane bigre.