Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Hoşyar Şebanî girtiyê siyasî yê berê û çalakvanê medenî bo dadgeha giştî û Înqilaba Bane hate gazîkirin

11:37 - 30 Çirriya paşîn 2023

Girtiyê siyasî yê berê û çalakvanê medenî xelkê bajarê Bane, yê bi navê Hoşyar Şebanî temen 28 salî kurê Mihemed, bi tohmeta Pirûpagende bi dijî nizamê, bo taya Yek a Dadyariya Dadseriya giştî û Înqilaba Bane hate gazîkirin.

Li gorî nûçeya Ajansa Nûçegihaniya mafê mirove Kurdpayê, hêzên ewlehî roja 13ê Xermanana 1402 a Rojî, êrîş kirine ser mala navbirî li bajarê Bane lê nekarîbûn wî destbiser bikin, piştre dosye ji bo wî tê çêkirin û li Xezelwera 1402 a Rojî, bi mebesta bergirî ji xwe bo Dadyariya Dadseraya giştî û Înqilaba Bane tê qazêkirin.

Hoşyar Şebanî ger di heyama 5 rojan de xwe bi Dadseraya giştî nenasîne, wê bê girtin.

Navbirî li Reşemeya sala 1400 a Rojî, ji aliyê Dadgeha Înqilaba Seqizê ve û cihgir li bajarê Bane bi serokatiya binav dadwer Ekber Mîrzayî, bi tohmeta Pirûpagende bi dijî nizamê salek girtin biser de hatibû sepandin.

Hoşyar Şebanî li salên 96,97, û 98ê jî bi sedema çalakiyên medenî wekî rêkxistina kempeyîn bo piştevanî kirin ji kolberan û mangirtina bazarî û kasibkaran, hatiye girtin û zîndanî kirin.