Wezîrê Perwerde û hînhakrî yê rejîma Îranê dixwaze “xwendevan bi kultûra besîc bêne perwerdekirin û li destke wan çek û destê din Quran hebe”.
Wezîrê Perwerde û Hînkarî yê rejîma Îranê “Riza muradsehrayî” gotiye: “Xwendevan divê bi hizra besîcî bêne perwerde kirin û bi destek çek û bi destê din Quranê hilgire û ew yeka pêka hizrîna rêber e”; ew yeka li halekê de ye ku perwerdeya leşkerî û oliya tundajo bo zarokan, avabûna taqimên terorîstî û encamdana kiryarên hov û geşeya terorîzmê li pey xwe tîne.
Herwisa “Mikaîl Baqirî” Birêveberê Giştî yê “Quran û itret” yê Wezareta Perwerde û Hînkariya rejîma Îranê jî gotiye: “Melayên xwendingehan û pêşnimêjan, proseya danîna faylên deng ên nimêjkirinê bo xwendevanan dest pêkirine û li vê proseyê de pêşnimjên mêr faylên deng ên nimêjkirina xwendevanên keçan bi tî awayekê, nînin.
Li halekê de bi sedema nebûna “îmkanatan, mamosteyan, xwendingehan, nebûna dahat û bi 10an pirsgirêkên din”, xwendevan rastî pirsgirêkên gelek micid û heta destberdan ji xwendinê jî tên, rejîma Îranê di cihê çareserkirina pirsgirêkan, hewlê dide bi şêwaza perwerdeye taqimên hov ên terorêstî zarokên xelkê perderde bike û di cihê perwrdeya hewce, hizra çewt û gemara cehadî û mirovkujî û encamdana tundîtijiyan li hizra wan zarokan de cih bike.