Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Encûmena Hîwaya Zanist 115 kesên din hînê xwendin û nivîsîna bi zimanê Kurdî kir

11:44 - 30 Çirriya paşîn 2023

Encûmena Ferhengiya Hîwaya Zanist a Seqizê, bi birêvebirina çendîn xulên fêrkarî li havîna îsal 115 kesên din hînê xwendin û nivînsîna bi zimanê kurdî kir.

Encûmena Hîwaya Zanist, bi bêrêvebirina rêwresmekê, birwanameya dewîanîna xula rênûsa Kurdî pêşkeşê derçûyên xulê kir.

Ev Encûmen li hawîna îsal li 5 pirtûkxaneya Neşmîlan, Mûfîde Mezher, Kanî Aşîqan, Jîna Hiseynî, Qişlaxî Pird, xula rênivîsa Kurdî birêvebirine.

Ew xulane, ji aliyê mamostayan Xalîd Ebdûlahî, Rêbwar Felahî, Ezîz Merzî, Kejal Mecîdiyan û azad Emînî ve birêve çone.

Encûmena Hîwaya Zanist di heyama çar salên derbasbûyî de, pitir ji 40 xulên rênivîsa zimanê Kurdî birêve birine û di wan xulane de jî, pitir ji 800 fêrxwaz, hînê xwendin û nivîsîn bi zimanê Kurdî kirine.